Rêziknameya komela mafên mirovan Li herêma Cizîrê
|
Xal – 1
A – navê komela: komela Mafên Mirovan (herêma Cizîrê)
B – navenda wê : bajarê Qamişlo
C – sembol wê : goka zemînê, kevok, şaxeke zeytûnê tev kurtenav û dîroka damezirandinê KMM 2013 tev navê rêxistinê bi zimanê Kurdî, Erebî, û Ingilîzî.
Ç – pênasiya komela: komelake karê parastin û azadkirina mafên mirovan yên bingehî dike , wek mafê jiyanê, û mafên kesayetî, sivîl, civak, netew, yasa, siyasî,çand,raman,ol, û aborî .
Bingeha xwe ya bîrwerî ji nimûneya civaka demokratîk, êkolojik,û azadiya Jinê digre, bê cûdahiya di nav zayend, nejad, reng, çand, ziman, ol, raman, û bawerî .
-bingeha karê xwe ji belgeyên Netewên yekgirtî digre, û kar dike li ser misogerkirina mafên mirovan di belgenameya hevpemana civakî de ya fedraliya bakurê Sûrî, û karê xwe li ser vê bingehê bi rêdixe.
– ew rêxistinek fedekar , serbixwe, û demokratîke . ne girêdayî bi ti dewlet, hikûmet, û partiyên siyasî ve .
– xwe li ser asta herêma Cizîrê rêxistin dike, û di kare nûnergehên xwe li hundir û derveyî herêmê veke .
Xal -2:
a-Armanc û Rêgezên komelê: Armanc ûRêgezên komelaê parastina mafên mirovan û azadiyên bingehîn.
1 –parastin û Belavkirina azadî û mafên mirovan yên bingehîn di civakê de, û dijî destdirêjiyan bi awayekî yasayî Disekine .
2 – şopandina bûyer û mijarên girêdayî Binpêkirina mafên mirovan û gihandina armancê ji aliyên têkildar re, û bê belavkirin ji raya giştî re.
3 – karê dijî hemû şêwên nejadperestî : ( çand, ziman, zayend, netew, ol ,û mezhebî.) û xebatên dijî astengên ku dikevin pêşiya belavkirina ramanen mafên mirovan de.
4 – parastina mafên Jinê , û parêzkirina rûmeta wê dijî tûndkirina wê. Sekinandina dijî feraseta mêranî ya ku ji cih û rêzgirtina wê dadixîne .
5 – parastina mafê fêrbûnê bi zimanê Dayikê ji her kesê re.
6 – parastina mafên zarokan li gorî belgenameya Netewên yekbûyî , piştevaniya wê wek bingeha kar ji xwe re digre.
7 – sekinandina li dijî hemû sezeyên kuştin û tunekirinê(îdam).
8 – sekinandina dijî hemû şêwên tûnd, zor, û îşkncê li her derê û di Bin Her şert ûmerci de .
9- komele li her cihê û di her Şert û mercî di Xebite, ji bo pêk anîna dadgehkirin û parêzvaniyek dadmendî ji her kesî re .
10 – parêzkirina azadiya raman û baweriyê , lê mercê ku ew nebin sedema berhevdanî (ewanî, fitne) û dilreşiyê .
11 – sekinandina dijî cengan û artêşkirinê li her derê, û parêzkirina rêgezên aşitiyê.
12- parastina mafê gelên bindest di çarenivîsa wan de .
D – karên ku komela pê radibe :
1-çavdêriya hemû pirsgirêkên mafên mirovan û binpêkirinên ku tên kirin û gihandina Encaman ji aliyên têkildar û raya gişt re.
2-şopandina lêkolînên zanistî di mijarên mafên mirovan de, û çavdêriya pêşxistinên ku di vî alî de bi kar tê û ji raya giştî belav bibe . û ji bo pêk anîna vê yek dê navendên lêkolînan vedike.
3- komele (civînên ragihandî,mîtîng , Bi Endamê xwe Redike Çê wû (Semînara) ji her kesên civakê re li dardixîne.
4 –parastina rûmeta mirovahiyê ya girtî, û binçavkiriyan bê cûdahiya ( nejad, reng, zayend, ziman, ol, nerînên siyasî, bawerî, û temen ) . ji bo vê yekê bi cî bike , lêkolîn û vedîtinan dike. Û encman digihîne raya giştî .
5 – komele têkiliya bi komelên xwecihî û yên navnetewî re li dardixe.yên ku xwestekên wan yên girêdayî mafên mirovan, ne ye
Xal – 4 : Komîteyên Komlê:
= komîta Çavdêr û Lêkolînê: karê wê.
- Şopandina Rastiyan û lêkolîn Kirina Sedemê Çêbûna Sûcan .
- Gavdêrya Rewşa Girtiyan ji aliyê Xwarin û tendoristî re û Pêşnyar Kirina Çareserkirina Mijarên Asteng .
- Karê ji bo tûnekirina Binçav Kirin û girtina ne yasa .
- Lêvegera dadgehan û Sersekinandina Dozên Cîna î .
- Karê ji bo lêpirsîneke Dadmendî ji hemû Sûncan re .
- Amade Kirina Semînerên Dijî Sûcan ( tewan Kar )
- Komîta Malî : Herî Kêm ji 3 Kesan be , Karê wê :
- Destgirtina Tomarên ( Sicil ) Diravên kû dikevin ( Sendoqê ) û yên Derdikeve .
- Lê Kolînkirina li ser Awayên Zêdekirina Diravên (Sendoqê) ji bo bi Karanîna Çala Kiyên Kû komele pê Radibe ji Aliyê Gelerê , Beşdarbûnê Kesan , Saziyên Sivîl û Çalakvanên Mafê Mirov bê bend ûmerec .
- Avakirina Projeyên vehilbirîn , ji bo destek dayîna Komelê bi diravên Gerek .
- Vê komîtê û bi Erêkirina Rêveberiyê Dikare Dana Diravî bike lê di mercê ku Nekeve Astengiya darayî û li gorî Derfetên Komelê be .
- Komîta Ragihndinê :
- Amadekirina Belavok û Bernamên kû Xizmeta Hedef û Armancê komelê dike.
- Derxistina Daxvyaniyan li gor Bûyerên ku nû Derdikeve .
- Alîkariya Endama ta ku Bikevin Perwerdeya Ragihndinê û Çapemeniyê .
- Derxistina Kovareke Werzî li ser Mafê Mirovan li gor Derfetên Xwe .
-Têbinî : Meclisa Rêveber ya komelê Dikare Komîteyên nû Tevlî bike yan Hinek Komîteyan Rajê li gorî Pêwîstiya Kar jê re .
Xal – 5 : Endamê We :
- Ji ( 9 ) endaman Pêk tê û ji wan ( 2 ) hevserok ji nav Wen Derdikeve .
- Kar û erkên Rêveberiyê :
- Li Xwe girtina bicîkirina Rêgaz ,Armancên Komelê Dana Biryaran û Şopandina bi Karanîna Wan
- Rêveber Hevserokên Komelê ji Herdû Zayendan û Komîteyan din Hilbijêre .
- Parêzkirina Belge , Dosya û Siclên Komelê Di navenda Komelê de .
- Li Darxistina civîna mehane û tekmîlên Heftane .
- Serdana Rêxistinên Mafê mirov yên herêmî û navnetewî li gorî beramakî berê amade bûye .
- Kar û Erkên Hevserokan :
- Henserok Karin bi Navê komelê Daxwiyaniya Bidin û nûnertiya komelê di her Mûnasebe û şahiya Dike .
- Bi Rêveberina Civênan û Seknandina Ser Biryarên jê Daerdkeve.
- Xurtkirina Peywendiyan bi Hemû Saziyên Rêveberiya Xweser
Xal – 6 : Şert û Mercên Endam tiyê :
- Devê ji milê Qanûnî û yê Civakî Qebûl Kirî be û ti Sûc Nekiri be
- Endametî Nabe ji Kesê Kêmî (18 Salî ) re .
- Pejrandina Zagon û Rêziknameya Komelê .
- Devê Karê Dijî Pergala Hevpeymana Civakî û Federesyona Bkûrê Sûrî neke .
- Devê Erka Xwe Parastinê Bi Dawî Kiribe , Anjî Efû Kirîbe yan Paşxistî be .
- Kesên Piştî Derkrtina Zagona Meclisa Zagonsaz ya Qedexekirina Pirkirina Jinan Dû jin Yan Zêdetir Nekiri be .
Xal – 7 : Ketina Ji Endamtiyê :
- Yê kû li dijî armanc û Rîziknamê komelê Derkeve yan Rêgez Bighînin komelê
- Daxwaza Derketinê bi Rengekê Nivîskî Hilde Ji Rêveberiyê re .
- Ketina Yek ji Şert û mercê endamtiyê .
- Bikaranîna Ciyê Xwe di komelê de ji menfeet û bercewendiyên Şexsî .
- Netevlî Bûna Civîana yan Çalakiyan ( 3 ) Caran li dû hev bê Destor
- Ne Dana endmtiya Xwe ya Mehana 3 Mehan li dû hev Piştî Agahdar Kirina Wî